Zimanê kurdî, her ku diçe xurttir dibe û bi pêş dikeve. Ji bo ku zarokek bikaribe bi diya xwe re têkiliyeke hîssî deyne û xwe bi ewle hîs bike, zimanê zikmakî girîng e. Divê piştgirî û derfet bên dayîn ku zarokên me di nav malan de, herî kêm bi du zimanan perwerde bibin.
Em zimanên xwe xurttir bikin da ku karibin baştir bifikirin!
Li Tirkiyeyê kesên ku bi kurdî (kurmancî û kirmanckî) diaxivin, bi zanebûna tirkî jî yanî bi zanebûna du zimanan, hêj jî dikarin di astên gelek baştir de têkiliyan deynin. Ev yek ne bi tenê di warê têkîliyan de, di warê analîz û tevgerên zihnî de jî wan bi pêş dixe. Bi gotineke din mirov bi çend zimanan bizanibe, ev yek zêdetir dibe wesîleya wek tiştekî ku mirov pê serkeftîtir û kêfxweş dibe.
Dê û bavên pirzimanî, divê zarokên wan jî pirzimanî bin.
Li welatên pêşketî, pirzimanî bi derfet û hewlên taybet pêk tê. Lê kurdan ku bi salan zimanê wan hatiye qedexekirin dev ji zimanê xwe bernedane û neçar mane zimanekî din jî hîn bibin. Ji bo kurdan ev pirzimanî wek sembol û hafizeyeke zordestiyê ye; lê di civakên modern ên roja me de, tê teşwîqkirin ku zarok herî kêm du zimanan, di temenê xwe yê piçûk de, bi hev re hîn bibin. Fikreke wisa heye ku dibêjin, heke zarok pêşî hînî kurdîyê bibe wê di paşerojê de di warê akademîk de, zêde serkeftî nebe. Lê ev fikr ne ku tenê bê bingeh e her wiha bi temamî xelet e jî.
Pirzimanî pergala hişê zarokan xurttir dike û dike ku zarok di warê akademîk û civakî de, serkeftîtir bibe. Bi taybet zarokên ku di temenê xwe yê piçûk de, herî kêm bi du zimanan mezin dibin, pêşketina wan a zihnî û civakî, baştir dibe. Bi saya du zimanî, zarok dikarin analîzên baştir bikin, baştir bifikirin, ji zanînê baştir îstifade bikin û wê baştir veguhezînin.
Heke zimanê zikmakî yê dê û bav cuda be, divê her yek ji wan bi zimanê xwe, bi zarokê xwe re biaxive. Heke dê û bav bi kurdî nizanibin, yanî karibin bi tene bi tirkî biaxivin, dikarin pêşî tirkî hînî zarokên xwe bikin. Pişt re jî li ser esasa Hîpoteza Heyama Kritîk, piştî du saliyê dikarin kurdî jî hînî zarokê xwe bikin. Di şert û mercên ku em tê de ne, ne giring e ku zarokekî kurd, di kîjan zimanî de şarezatir e. Zarokekî ku bi pirzimanî mezin dibe, di paşeroja xwe de dikare kêmasiyên xwe telafî bike.
Kreşên ku Zarok bi Zimanê Zikmakî lê Perwerde Dibin
Li gorî perspektîfa pedagojîk pirzimanî wek şertek e. Di destê dê û bavan de ye ku daxwaz bikin da ku di pêşdibistan, kreşên dewletê û yên taybet de, ji bilî tirkî bi kurdî jî perwerde bê dayîn. Dê û bav hemwelatî ne ku bacê didin. Û heke bi awayekî fermî daxwaz bikin wek fermî tu astengî nîne ku rêveberiyên herêmî “li ser bingeha kurdî kreşên tirkî” venekin.
Em vê rojê bi zarokên xwe re jî pîroz bikin; em bikin ku zarokên me jî vê rojê pîroz bikin.
Cejna zimanê kurdî ya zarokên me pîroz be.